Wezîrê derve yê Urdinê diçe Iraqê û êrîşên Tirkiyê mijara sereke ya nîqaşê ye

Wezîrê derve yê Urdinê bi serdaneke fermî diçe Îraqê û êrîşên dewleta Tirk li ser xaka Îraqê mijara sereke ya nîqaşê ye..

Li gorî çavkaniyên hikumeta Îraqê, wezîrê derve yê Urdinê Eymen Sefedî îro serdana Îraqê dike.

Sefedî wê bi serokê Îraqê Berhem Salih, serokwezîr Mistefa Kazimî, serokê parlamenê Mihemed Helbûsî û hempîşeyê xwe Fuad Hisên re bicive.

Çavkaniyan got:

Di vê serdanê de wê têkiliyên dualî, xebatên herêmî û navnetewî yên li dijî DAIŞê û her wiha êrîşên dewleta Tirk û binpêkirinên wê yên dubare ji serweriya Îraqê re, bên nîqaşkirin..

Li gorî heman çavkaniyan, wê rewşa Sûriye, Lîbya û Yemenê jî li ser maseyê bin.

Wezareta derve ya Îraqê jî ragihand ku wezîrên derve yên herdu welatan wê piştî hevdîtinan, kongreyeke çapemeniyê girtî li dar bixin.

37 parlementerên Iraqê banga civîneke taybet kir

Ji aliyê din ve 37 parlamenterên Iraqê li ser êrîşên dewleta Tirk yên li dijî xaka Iraqê û başûrê Kurdistanê banga civînek taybet a parlamantoyê bi amadebûna serokwezîrê Iraqê kir.

Beriya niha 53 parlamenteran derbarê êrîşên Tirkiyê yên domdar ser Iraqê banga civînekê li parlamantoyê kiribû, lê heya niha bi hêcetên cûda, civîn pêk nehatiye.

Back to top button