Çeteyan li navçeya Cindirêsê êrîşî 2 jinan kirin

Li Efrînê roj derbas nabe ku agahiyên kiriyarên hovane yên dewleta tirk û çeteyên wê li ser şêniyan dike neyê. Bi taybet jî li ser jinan. Herî dawî çeteyan li navçeya Cindirêsê êrîşî 2 jinan kir û ji navenda Efrînê jî jinek revandin.

20 Hezêranê li gundê Kefer Sefrê ya navçeya Cindirêsê, çeteyan êrîşî du jinên bi navên Zîneb Xelîl Xilo û Ferîde Osman Xilo kirin.

Malpera Afrinpost diyar kir ku ji ber şêniyên gund bertek da, çeteyan gule li ser gundiyan barandin.

Çete bi vê yekê re jî neman, ciwanê bi navê Mesûd Osman Xilo revandin.

Çeteyan piştî êşkenceyek hovane li Mesûd kir ew berdan.

Ji ber malabateke êzîdî parast çeteyan jineke Efrînî revand

Li navenda Efrînê jî, çeteyên dewleta Trik a dagirker jina bi navê (J.H) revand.

Malperê da zanîn, ji ber (J.H) malbateke Êzîdiyan parastiye, çeteyan ew revandin.

Back to top button