Kongreya Star: Dewleta Tirk bûye kujerê jinan

Kongreya Star, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûrî, bi daxuyaniyên cuda êrîşa dewleta Tirk li ser gundê Helincê şermezar kirin.

Kongreya Star derbarê şehîdkirina 3 jinan yên di encama êrîşên li Kobanê de şehîd bûne daxuyaniyek da û nerazîbûnên xwe li dijî êrîşê nîşan da.

Kongreya Star daxuyand ku dewleta Tirk êrîşên xwe yên li dijî gel û jinên herêmê zêdê dike û diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst bûye kujerê jinan.

Şehîdkirina jinên birêxistinkirî bûye armanca faşîzma Tirk û serçete Erdogan.

Meclisa Jianan: Armanca êrîşê şikandina vîna jinan e

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûrî jî bi heman armancê daxuyaniyeek da û diyar kir ku armanca êrişa li ser Kobanê şikandina vîna jinan e.

Meclisa Jinan bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî van êrîşan ji bêdengiya xwe derkeve.

Back to top button