Wezareta Derve ya DYA’yê êrîşa ser Kobanê şermezar kir

Wezareta Derve ya DYA’yê bi daxuyaniyekê êrişa dewleta Tirk a li ser gundê Helincê yê Kobanê şermezar kir û banga çareseriya siyasî li welêt kir.

Wezaretê ji malbata şehîdên Kobanê re sersaxî xwest û bang li hemû aliyan kir ku lihevkirineke siyasî li Sûriyê li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya NY’ê ya 2254’ana pêk bîne.

Wezaretê anî ziman ku tundî hêviya çareseriyê asteng dike.

Lê wezaretê weke ku ji bir kiriye, ji ber bêdengî û destûra wan dayî dagirkeriya dewleta tirk ev êrîş pêk hat.

Back to top button