Parlamenterên baskê ya Spanya daxwaza azadiya Zeyneb kirin

Kampanya Azadî ji bo Zeyneb Celaliyan, bi daxuyaniyekê ragihand ku 2 parlamenterên parlamentoya Herêma Bask ya Spanya piştgiriya xwe ji bo kampanyayê re anîne ziman.

Komîteya kampanyê diyar kir ku her 2 parlamenteran jî îmze avêtine binê kampanyaya ‘Azadî ji bo Zeynep Celaliyan’.

Roj bi roj piştgiriya ji bo kampanyayê zêde dibe.

Kampanyayê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku parlamenterên parlamentoya Baskê ya Spanyayê, piştgirî dane kampanyê.

Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan nêzî 13 salene di girtîgehê de ye û êşkenceya derûnî û fizîkî bandor li tenduristiya wê kiriye.

Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan wek nerazîbûnek li dijî veguhestina xwe ya ji girtîgeha Xoy û rewşa xwe ya tendirûstî ku bi virûsa Koronayê ketiye, ev 5 rojin dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Back to top button