Duh, Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê, serçeteyekî tirsnak ku girêdayî Qayîdayê ye, li bakur-rojavayî Sûrî kuşt.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî ragihand ku, balafirên Koalisyonê erebeyek li ser rêya Biniş a Rojhilatê Idilbê bombebaran kir.
Li gorî Navenda Belgekirinê, di erebeyê de 2 çete hatin kuştin..
Navê yekî ji wan Ebû Ednan El-Homsî û berpirsê maşîneyên rêxistina pasdarên olî ye.
Çeteyê din jî, nasnameya wî nehat naskirin..
Berî çend rojan jî, li bajarê Babê, di operasyoneke Koalîsyonê de, waliyê Reqayê Fayiz Ikal û birayê wî Izo Ikal hatin kuşin.