Mismarî: Hîna dewleta Tirk çekan dişîne Misrata û Miêtîqayê

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî teqez kir ku hîna balafirên leşkerî yên Tirkiyê, çekan derbasî Lîbyayê dikin.. Fransa jî daxwaz ji YE kir ku ji bo kirinên dewleta Tirk li Lîbyayê, divê êdî têkiliya xwe bi wê re bi zelalî nîqaş bike. Weke piştgirî li dijî van kirinên Tirkiyê jî, Îmart destekê dide hikumeta Parîsê..

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî teqez kir ku hîna balafirên leşkerî yên Tirkiyê çekan dişînin Misrata û Miêtîqayê..

Mismarî her wiha ragihand ku hinek alavên leşker-deryayî yên dewleta Tirk li beramberî beravên Lîbyayê yên rojavayî jî rawestiyayî ne..

Li ser vê jî, Mismarî teqez kir ku hêzên wan perwerdeyeke şer li herêma rojavayê Sêrtê dîtiye û ji bo çi êrîşekê amade ne..

Berdevkê Artêşê got:

Hêzên me baş dizanin ku hebûna dewleta Tirk li Lîbyayê ne tenê gefê li welêt, lê belê li giştî herêmê dixwe.

Ev axaftin jî piştî gelek raporên ku teqez dikin Tirkiyê hîna çek û çeteyan rêdike Lîbyayê, hat..

Berî çend rojan, YE bang li Tirkiyê kiribû ku pabendî biryarên NY bibe û çekan neşîne û hew destwerdanê li Lîbyayê bike..

Fransa: Divê ye têkiliya xwe bi Tirkiyê re nîqaş bike

Weke ceza li ser dagirkirina wê ji Lîbyayê re, Fransa ji bo bidûrxistina Tirkiyê ketiye tevgerê..

Wezîrê Derve yê Fransayê, Jean-Yves Le Drian ji YE xwest ku bilez nîqaşkeke bêsînor der barê têkiliya wê bi Tirkiyê re dest pê bike..

Le Drian got:

Divê YE bêyî fedî û ne bi sivikatî, têkiliya xwe bi Tirkiyê re nîqaş bike.

Serê hefteyekê ye, Fransa li hember daxuyanî û kirinên dijminane yên dewleta Tirk disekine..

Îmarat li dijî kirinên dewleta Tirk, piştevaniya xwe bi Fransayê re radigihîne

Li dijî van jî, Îmart destê xwe da Fransayê û li ser zimanê wezîrê xwe yê derve Enwer Qerqaş ragihand ku ew ê li hember kirinên dewleta Tirk ên berdewam, li gel Parîsê bisekinin..

Qerqaş li ser hesabê xwe yê twîtterê nivîsî:

Em reftarê Tirkiyê yê tirsnak –ku keştiyeke Fransî ya cihê xwe di operasyona NATOyê ya qedexekirina çekan de girtiye– şermezar dikin..

Jixwe berî çend rojan, Fransa teqez kiribû ku tevî qedexeya sepandî, Tirkiyê 7 keştî li beramberî beravên Lîbyayê belav kiriye..

Fransayê gotibû:

Tirkiyê bi awayekî nayê qebûlkirin tev digire û NATOyê keysbaz dike, Fransa jî dê rê nedê ..

Back to top button