“YE” li dijî polîtîkayên Erdogan piştevaniyê dide Yûnanistanê

Piştî zêdebûna çavnebariya Erdogan di gaza Deryaya Spî de û dîsa libakirina kaxeza penaberan, Yekîtiya Ewropayê piştevaniyê dide hikûmeta Yûnanistanê..

Ajansa Yûnanistanê ANA ragihand ku “Wezîrê Derve yê YE Josep Borell û hempîşeyê wî yê Yûnan Nikos Dendias, serdana sînorên Yûnanistan û Tirkiyê kirin.”

Di vê serdanê de, Borell diyar kir ku “ew ê sînorên YE biparêzin û ew bi xurtî piştevaniyê didin serweriya Yûnanistanê”.

Borell anî ziman ku wan çawaniya rawestandina vî şerê ku dewleta Tirk daye destpêkirin, nîqaş kiriye.

Dendias jî got:

Îro û piştî navberekê ji ber nexweşiya Coronayê, Tirkiye careke din sînorên xwe yên bejahî vekir..

Wezîrê Yûnan, Tirkiye bi lawazkirina ewlehî, aramî û aştiya Rojhilatê Deryaya Spî tawanbar kir û teqez kir ku Tirkiyê her tim pirsgirêkan ji hemû cîranên xwe re çêdike.

Tê zanîn, ji ber jidestdayîna jimareke leşkerên xwe li Idlibê, dewleta Tirk Adara borî penaberên li cem xwe dersînor kirin.

Back to top button