YPJ: Dem dema tolhildanê ye

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyeke niviskî komkujiya ku çeteyên DAIŞ’ê di 25’ê Hezîrana 2015’an li Kobanê pêk anîbûn, bi bîr anî. Fermandariyê diyar kir ku li dijî hemû êrîşan ew ê bi pêşengiya jinê, Şoreşa Rojava biparêzin.

Têkildarî komkujiya ku çeteyên DAIŞ’ê bi hevkariya dewleta Tirk di 25’ê Hezîrana 2015’an li Kobanê pêk anîbûn de, Fermandariya Giştî ya YPJ’ê daxuyaniyek da.

Fermandariyê got:

”Dewleta Tirk a dagirker destkeftiyên şoreşa Rojava yên ku bi pêşengiya jinê pêş ketine ti carî hezim nekiriye û di her êrîşa xwe de bi taybetî jin kiriye hedef ”.

Komkujiya Kobanê ya 25 Hezîrana 2015’an jî yek ji van komkujiyên herî bêbext e.

Di vê roja reş de, bi dehan çeteyên dewleta Tirk a dagirker cilên YPJ-YPG’ê li xwe kirin, ketin Kobanê û komkujiyeke pêk anîn.

Li hemberî vê komkujiya giran, rêhevalên me Mîtra, Rojava û Sorxwîn heya guleya xwe ya dawî şer kirin û bi qehremanî şehîd bûn.

YPJ’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrîşa dawî ya dewleta Tirk a li ser gundê Helincê ya Kobanê ku beriya salvegera komkujiya Kobanê bi 2 rojan pêk hat û di encama de 3 jinên Kurd şehîd bûn, dibêje:

Di şexsê van hersê jinên têkoşer de, careke din xwestin vîna gelê azadbûyî bişkînin.

Dewleta Tirk a dagirker ji destkeftiyên giranbiha yên bi xwîna hezarên şehîdan hatiye avakirin, ditirse.

Heya têkoşîna azadiyê û jinên şoreşger yên têkoşêr hebin, wê xeyalên dewleta Tirk ti carî pêk neyên.

YPJ’ê di dawiyê de got:

”Em weke fermandarî û şervanên YPJ’ê, careke din soz didin hemû jinan û gelê xwe ku em ê di şopa şehîdên xwe de ti êrîşê bê bersiv nehêlin, niha dem dema tolhildanê ye”.

Back to top button