Dr.Kameran Mentik: Tirkiye dixwaze cihên ku di bin serweriya Osmaniyan de bûn, dagir bike

Mamostayê Zanîngeha Selahedînê û Çavdêrê Siyasî Dr. Kameran Mentik der barê êrîşên dewleta Tirk de da xuyakirin ku Tirkiyê Hewlêr dagir kiriye û hewl dide ku Silêmaniyê jî dagir bike.

Dr. Kameran Mentik diyar kir ku armanca dewleta Tirk, ew e ku heta sala 2023’yan, tevahî cihên ku berî Peymana Lozanê di bin serweriya Osmaniyan de bûn, dagir bike.

Kameran da zanîn ku artêşa Tirk li piraniya çiyayên Başûr bi cih bûye, serweriya hikumetê nemaye û rasterast vîna wê ketiye destê Îran û Tirkiyê.

Dr. Kameran Mentik bang li NY û Konseya Ewlekariyê kir ku gelê Kurd ji kirinên hovane yên Tirkiyê biparêze.

Şêniyên navçeya Qeladizê jî êrîşên Tirkiyê şermezar kirin û bang li desthilatdarên Başûr kir ku dev ji daxuyaniyên şermok berdin û helwestên cidî nîşan bidin.

Ciwanên Kerkûkê jî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk şermezar kirin û got:

“Divê hikumeta Iraq û Başûrê Kurdistanê li dijî êrîş û hovîtiya Tirkiyê bi erka xwe rabin û bi rêya civaka navneteweyî, sînorekî ji vê dagirkeriyê re deyînin.”

Back to top button