Mezlûm Ebdî: Me bi hevserokê YNK’ê re, geşedanên li herêmê nîqaş kirin

​​​​​​​Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî ragihand ku wî bi hevserokê YNK`ê Lahûr Talabanî re geşedanên li herêmê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yekîtiya kurd nîqaş kirine.

Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê behsa nîqaşa bi hevserokê YNK`ê re kir û got:

“Me bi birayên xwe, bi hevserokê YNK Lahur Talabanî re, li ser geşedanên li heremê, Bakur û Rojhilatê Sûrî û derbarê yekîtiya kurd de hevdîtinek kir.

Ji bo piştevaniya wan a ji bo diyaloga yekîtiya kurd û şoreşa Rojava ji destpêka wê ve em spasiya birayên YNK’ê bi pêşengiya kak Lahor û Bafil Talabanî dikin.”

 

 

Back to top button