Amerîka: Tirkiye, deriyê derbasbûna çeteyan ji Iraq û Sûriyê re ye

Wezareta Derve ya Amerîkayê rapora xwe ya salane ya li dijî terorê eşkere kir. Di raporê de, Tirkiye weke pir û cihê derbasbûna çeteyan li Sûriyê hat binavkirin.

Wezaretê di rapora xwe ya salane de, tekez kir ku Tirkiye bi qanûna qaşo têkoşîna li dijî terorê, hewl dide azadiya li welat binpê bike û ji holê rake.

Di raporê de, hat ragihandin ku Tirkiye girtin û binçavkirina welatî û ne-welatiyan jî, piştî darbeya 2016’an heta niha didomîne.

Wezareta Amerîkayê her wiha Tirkiye, weke derî û pira derbasbûn û veguhestina çeteyan ji Sûriye û Iraqê re bi nav kir.

Tê zanîn, bi binpêkirina maf û zextan; Tirkiye ji welatên herî navdar e.

Li wir, azadiya mirov tune tê hesibandin û binpêkirina mafan di asta herî jor de ye.

Ev rapora dawî ya wezareta derve ya Amerîkayê jî vê yekê piştrast dike.

Back to top button