LEYLA GUVEN: 2019 WÊ BIBE SALA BERXWEDANÊ

Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan 55 roj in di greva birçîbûnê de ye, peyama sala 2019’an parve kir û got:

Sala 2019’an wê bibe sala berxwedanê.

Guven di peyama xwe de wiha got:

Di sala 2018’an de zext û êrîşên desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê ti carî nesekinî.

Îradeya gelê Kurd hat girtin. Ji ber azadiya ramanê her kes hat darizandin.

Di heman demê de di hilbijartina 2018’an de serkeftinên mezin hatin bidestxistin.

Di payîza 2018’an de berxwedana ji bo rakirina tecrîdê hate destpêkirin.

Hesteke xweş e ku em bi berxwedanê dikevin sala 2019’an.

Em dikarin bi berxwedanê tecrîdê rakin.

Sala 2019’an wê bibe sala azadiyê ev yek jî bi têkoşîna me ve girêdayî ye .

Leave a Reply

Back to top button