Li Cebel El-Zawiyê 4 çete û 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Artêşa Tirk a dagirker nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li aliyên Cebel El-Zawiyê bi dijwarî topbaran kirin, 4 çete û 3 leşkerên hikûmetê hatin kuştin..

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, ji şevê din heya vê sibehê, navbera çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumetê li eniya Hereş Beynîn ê Cebel El-Zwiyê şerekî giran qewimî…

Li gorî çavdêriyê, ev şer dema ku çeteyan hewl dan pêş bikevin pêk hat.. Di encamê de 4 çete û 3 hêzên hikumetê hatin kuştin…

Di heman demê de jî artêşa Tirk a dagirker nuqteyên hêzên hikumetê li başûrê Seraqibê topbaran kir, hêzên hikumetê jî bi çekên giran gundê Kefer Iwêd û Sifûhin li Cebel El-Zawiyê topbaran kirin.

Şêniyên Idlibê xwepêşandanek li dijî çeteyan li dar xist

Li Idlibê şerê navxweyî di navbera çeteyên dagirkeriyê de berdewam e.

Şêniyên bajêr ji ber vê yekê xwepêşandanek li dijî çeteyan li dar xistin.

Xwepêşanderan daxwaz kirin ku herêmên sivîlan ji şerê navxweyî bidin alî.

Back to top button