Dijminahiya dewleta Tirk a li Kurdan, bû rojeva parlamena Swêdê

Parlamentera Demokratên Swêdê Sara Gîlle, bi du pêşnûmepirsên nivîskî operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk li dijî Kurdan, xiste rojeva parlamenê.

Gîlle di pêşnûmepirsa xwe ya destpêkê de ev pirsa ji Wezîra Karên Derve Ann Lînde pirsî: “Ji bo bidawîkirina êrişên dewleta Tirk li ser gelê Kukrd hikumet çi dike û difikire bi çi rengî alîkariya Kurdan bike? ”

Ann Lînde jî doh bi rengekî nivîskî bersiv da vê pirsa Gîlle û anî ziman “Ew bûyerên li Tirkiyê diqewimin, pîvanên dewleta hiqûqê û demokrasiyê ji nêz ve dişopînin.”

Lînde destnîşan kir, ew dûrxistina siyasetmedarên mûxalefetê bi sûcên bê-bingeh ji erkê wan û girtina wan qebûl nakin û got, “Vê yekê bi taybetî zerar da partiya mûxalefetê HDP’ê. Mûxalefeta azad şertê pêşî yê civaka pirreng û demokratîk e.”

Lînde anî ziman ku wan zext û neheqiya li HDP’ê û Kurdan tê kirin, li Stockholm û Enqereyê di hevdîtinên bi rayedarên Tirk re aniye ziman.

Back to top button