Çand û Hunera Bakur û Rojhilatê Sûrî: Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol, wê di 20-25 Tîrmehê de were lidarxistin

Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî bi diruşmeya “Roja Pirtûkan” careke din dest bi amadekariya 4. Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol kir. Hat diyarkirin ku ev pêşengeh di navbera 20-25’ê Tîrmehê de wê were li darxistin.

Komîteya Amadekar a 4. Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol, her sal di meha Gulanê de pêşangeha pirtûkan li dar dixe.

Lê îsal ji ber biryara nederketina derve ya ji ber vîrûsa Coronayê, lidaxistina vê pêşangehê dereng ma.

Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî diyar kir ku pêşangeha îsal bi dirûşma “Roja Pirtûkan” û ji bo bîranîna rewşenbîr Hisên Çawîş tê lidarxistin.

Hisên Çawîş gelek pirtûkên girêdayî çanda gelên herêmê nivîsandine.

Komîteyê diyar kir ku di pêşangehê de, ne tenê pirtûk û berhemên wêjeyî têne pêşkêşkirin, gelek çalakiyên mîna komxebat, semîner û şahiyên muhrkirina pirtûkan jî tên lidarxistin.

Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê Roda Hesen bang li tevahî çapxane, nivîskar, saziyên çandî û wêjeyê yên Bakur û Rojhilatê Sûrî û beşên din ên Kurdistan û Ewropayê kir ku bi berhemên xwe yên bi hemû zimanan, beşdarî pêşangehê bibin.

Komîteya amadekar diyar kir ku 1 Tîrmehê, roja dawî ya wergirtina berhemên wêjeyî ye.

Sala borî di Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de, 45 pirtûkxane li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûrî, Şam, yekîtiyên çandî yên Rojava, Libnan, Misir, Başûrê Kurdistan û Fransayê, beşdar bûn.

Her wiha 100 hezar pirtûkên cihêreng di nav de dîrokî, çandî, zanistî, çîrok û roman tevî pirtûkên siyasî û yên zarokan jî hatin pêşkêşkirin.

Back to top button