Phoolan Devî qraliçeya hejdukan a tu carî serî ne tewand

Îro heman demê 19’min salvegera kuştina Phoolan Devî bi navê din (key-banuya hejdu-kan) e.

Phoolan ya serhildêr ku li dijî neheqiyan serî netewand, yek ji jinên ku edaleta xwe bixwe pêk aniye.

Phoolan Devî bi navê din Key-banûya Hejdukan di roja me ya îro de çavkaniya herî mezin a jin jê hêzê digire ye.

Phoolan di 25’ê Hezîrana 2001’ê de li ber parlamentoyê tê kuştin.

Phoolan Devî bi navê din (keybanuya hejdukan) di 10’ê Tebaxa 1963’yan de li Madhya Pradesh ya newala Çemê Chamba ya li daristanên hovane ya Hîndîstanê ji dayîk dibe.

Erdê bavê wê ji aliyê apê wê ve tê xespkirin û li hember vê di temenê biçûk de serî hildide.

Li dijî apê xwe li ser axa xwe çalakiya rûniştinê pêk bîne.

Di 11 saliya wê de bi mêrekî ku 20 salan jê mezintir e re tê zewicandin. 4 salan zewicandî ma û bi hevkariya dayika xwe ji vê zewacê xilas bû.

Li dijî xespkirina mafê xizanan û desthilatdariyê serî hildide.

Di 20 salî de ji aliyê çeteyekê hejdûkan ango eşqiya ku li çiyan rê dibirîn û xerac digirtin ve hat revandin.

Phoolan bi endamên eşqiya re fermandarê çeteyan ku destdirêjî lê kiribû dikujin.

Phoolan piştî demekê dibe pêşenga eşqiyan. Her dem dixwest tolê ji kesên destdirêjî jinan kiriye hilde.

Li ser gundê zilamê pêre zewicîbû digre û ji gund 22 kesan dikuje. Ev bûyer wek Komkujiya Behmaî hat binavkirin.

Phoolan pereyê salekê ji hukumet û dewlemendan girt û li xizanan belav kir. Ji bo jinan û çîna feqîr dibe leheng û qehreman. Vê rewşê êdî hikûmet tehdîd dikir.

Hikûmeta Indîra Gandhî ji bo çareseriyê bi Phoolan re hevdîtin da destpêkirin.

Di Sibata 1983’an de ji aliyê 18 hezar kesî ve hat pêşwazîkirin.

Ji 30’î zêdetir sûcî hatibû girtin lê dernexistin pêşberî dadgehê. 11 salan di girtîgehê de ma û do 1994’an de hat berdan.

Piştî ji girtîgehê derket 2 sal şûnde tevlî Partiya Samajwadî bû. Di 1996’an de ket parlamentoyê.

Phoolan di 25’ê Hezîrana 2001’ê de li ber parlamentoyê rastî êrîşa çekdarî hat û 5 gule li bedena wê ket.

Kujerê wê ku teslîm bû diyar kir ku wî tola 22 mêrên Behmaî girtiye. Hezkiriyê Phoolan tu car bi vê bawer nekirin, ji ber gelek kesên gule barandibûn hebû û rastî tu car derneket holê.

Back to top button