Di nava 9 rojan de, zêdeyî 90 leşkerên Tirk hatin kuştin

Ev 9 rojin gerîlayên HPG’ê li dijî dagirkeriya dewleta tirk ya li ser xaka başûrê kurdistanê berxwedanek bê hempa nişan didin. Gerîlayan li Heftenînê li pêşiya dagirkeran benda berxwedanê avakirine û derbên xurt li artêşa dagirker didin.

Di berxwedana “Cenga Heftenînê” ya 8 rojên derbasbûyî de, zêdeyî 90 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin û derb li 6 helîkopteran jî hate xistin.

Dewleta tirk a dagirker ji bo xeyalên xwe yên Osmanî ya nû bike, li herêm û welatên ciran êrîşên xwe yên dagirkeriyê destpêkiriye.

Yek ji cihê ku herî zêde van êrîşan li ser dide meşandin jî xaka başûrê kurdistanê ye.

Bi armanca dagirkirina xaka başûrê kurdistanê dewleta dagirker 17’ê Hezîranê dest bi oparasyonek dagirkirinê li herêma Heftenînê kir.

Li hember bêdengiya hikûmeta başûrê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê, gerîlayên HPG’ê peyama berxwedanê ya li dijî dagirkeriya TIrk da.

Ev 8 rojin li herêma Heftenînê bi navê “Cenga Heftenînê” şerekî dijwar diqewime.

Dewleta tirk li pêşberî berxwedana gerîla bê çare maye û jimara leşkerên xwe li herêmê zêde dike.

Bi dîmenên ku ji herêmê tên jî bêçaretî û tirsa li nava dagirkeran xuya dike.

Ji roja despêkê ya êrîşa dagirkeriyê heta niha bê navber şerekî dijwar diqewime.

Li gorî bîlançoyên heta niha ku HPG’ê ragihand di nava 8 rojên derbasbûyî de encama şerê li Heftenînê wiha ye.

Li dijî dagirkeriyê heta niha gerîlayan 37 çalakî pêk anîne.

Di van çalakiyan de, zêdeyî 90 leşkerên dewleta dagirker hatine kuştin.

Dewleta tirk ku bi leşkeran nekarî bigihêje armanca xwe vê carê serî li hêzên hewayî da.

Lê gerîla bersiveke tund da hêzên hewayî jî û derb li 6 helîkopterên dagirkeran xistin.

Her wiha ji ber şerê dijwar yê li herêmê encamên 10 çalakiyan jî nehate zanîn.

Têkçûna dagirkeriyê bi topbaran û bombebarana wê ya bê serûber ya li ser herêmê jî xuya dike.

Gerîla di vê demê de ne tenê li Heftanînê, her wiha ji ser xeta Zap-Xakurkê-Çelê heta bi Gever û Botanê çalakiyan dike.

Back to top button