Radyo Rojava FM ku 10ê Îlona 2018
an careke din li ser 2 pêlan dest bi weşana xwe kir, niha jî li ser peyka Nilesatê dest bi weşanê dike.
Radyoa Rojava li çiyayê Qereçoxê weşan dikir.
Sala 2017`an rastî êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker hat.
Di encamê de 3 xebatkarên wê şehîd bûn.
Piştî êrîşê, ji bo vekirina radyoyê careke din gelek ked û xebat hate dayîn û 10’ê Îlona 2018’an careke din dest bi weşanê kir.
Li gorî navenda Radyo Rojava, radyo li ser 2 pêlan weşanê dike.
Pêlên xwe wiha ne:
Pêla yekemîn 89.4 li bajarên Dêrik, Rimêlan, Çilaxa, Tirbespiyê û heya herêmên sînor ên bakur û başûrê Kurdistanê dikişînê.
Pêla duyemîn û ya nû jî wiha ye: 96.5 û li bajarên Hesekê, Şedadê, Dêrazorê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir, Serêkaniyê û heya Eyn Îsa dikişînê.
Di heman demê de, piştî kedeke mezin êdî Radyo Rojava li ser peyka Nilesatê
weşana xwe dike.
Frekansa li ser peyka Nilesatê 12687 H 27500