Michael Rubin: Jeffrey dihêle Erdogan qirkirina etnîkî li dijî Kurdan pêk bîne

Bêdengiya Amarîka dihêle ku dewleta tirk xaka Sûrî dagir bike. Herî dawî Lêkolînerê Amerîkî û berpirsê berê li Pentagonê Michael Rubin jî diyar kir ku helwesta Jeffrey dihêle ku Erdogan vê yekê bike.

Michael Rubin li ser dagirkeriya dewleta tirk û polîtîkayên qirkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd ji ajansa ANHA’yê re axivî.

Michael Rubin diyar kir ku ji ber Erdogan pê bawere ku hesab jê nayê xwestin, her tiştî dike.

Rubin ev yek ji bi helwesta Nûnerê DYA yê li Sûrî James Jeffrey ve girê da û wiha got:

Gelek caran li cihê ku navbeynkariyê bike, Jeffrey wek parêzer û parêzvan dixebite.

Ev yek jî dihêle Erdogan pêngava qirkirina etnîk li dijî Kurdên ku xwe bi xwe bi rê ve dibin, bidomîne.

Back to top button