Efrîn..Istixbarata artêşa Tirk 4 ciwan ji navçeya Reco revandin

Îstixbarata artêşa Tirk a dagirker çar ciwan ji navçeya Reco ya Efrîna dagirkirî revandin. Li navçeya bilbilê jî çeteyan 200 darên zeytûnê birîn. 

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li bakurê Sûrî ragihand ku istixbarata artêşa Tirkiyê çar ciwanên bi navên
Horîk Tiraş ji gundê Kûra
Elî Xeşman ji gundê Holîlê
Rodîn Mistefa ji gundê Moseka û
Ibrahîm Elî ji gundê Dumiliya yên navçeya Raco revandin û heya niha jî çarenûsa wan ne diyar in.

Çeteyan 200 darên zeytûnê li navçeya Bilbilê birîn

Li gorî Toreya Çalakvanên Efrînê, li gundê Qere Golê yê navçeya Bilbilê çeteyên dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 200 darên zeytûnê yên şêniyê bi navê Reşîd Hiso birîne.

Back to top button