Dagirkeran rêya M4 a rojavayê Eyn Îsa topbaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker ev sê roje êrîşê Til Temir dike. Îro careke din artêşa tirk a dagirker bi taybet herêmên li nêzî rêya M4 topbaran kirin.

Artêşa dagirker duh jî gundên Dirdara, Til Leben, Gozeliyê û Um El- Kêf yên navçeya Til Temirê bi obîsan topbaran kirin.

Di encamê de, agir bi zeviyên li herêmê ket.

Bi taybet herêmên rojavayê Eyn Îsa yên nêzî rêya M4 ji aliyê dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê ve hedef hatin girtin.

Hemwextî vê êrîşê, balafirên şer ên dewleta Tirk li ser navçeya Eyn Îsa û gundewarê wê jî difiriyan.

Hêjayî bibîrxistinêye ku piştî 7 mehan rêya M4 ya navdewletî ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê ne dihat bikaranîn.

25’ê Gulanê di encama tifaqa Rûsiya bi dewleta tirkiyê re rê hat vekirin.

Tevî garantiya hêzên Rûsî jî lê rojane li ser vê rêyê êrîş çêdibin.

Ev yek jî metirsiya li ser jiyana şêniyên herêmê çêdike.

Back to top button