Di êrîşa Seyrangeha Kunemasî de 2 kes şehîd û 8 kes birîndar bûn

Balafirên dagirkeriya Tirk seyrangeha Kunemasî ya li herêma Şarbejêr a Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir. di encamê de 2 kes şehîd bûn û 8 jî birîndar bûn.

Di saetên êvarê de balafirên artêşa Tirk, seyrangeha Kunemasî ya li herêma Şarbejêr ku 20 KM dûrî Silêmaniyê ye, bombebaran kir.

Di dema êrîşê de hejmareke zêde ya geştyara li wî bûn.

Balafiran li cihê ku dikan lê hene, xist.

Di encama êrîşê de 2 kesên ku nasnameya wan nehat zanîn şehîd bûn û 8 kesên sivîl jî bi giranî birîndar bûn.

Hate gotin ji kesên birîndar 5 jê ji heman malbatê ne, ji birîndaran du jin in û 2 zarok in û yên din zilam in.

Birînên tevan giran in û ew rakirine nexweşxaneya Silêmaniyê.

Her wiha ji jinên birîndar yekê her du lingên xwe wenda kirine.

Di aliyê madî de jî ziyanek zêde gihişt dikandar û seyrangehê.

Back to top button