CEMÎL BAYIK: GELÊ KURD WÊ TI CARÎ LEHENGIYA LI EFRÎNÊ JI BÎR NEKE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di nirxandina bûyerên sala 2018’an de bi taybet encama dagireriya dewleta Tirk a 20’ê Çileya 2018’an bi bîr xist û got, gelê Kurd wê ti carî lehengiya Efrînê jibîr neke.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik encama dagirkirina bajarê Efrînê a 20’ê Çileyê sala 2018’an ji televizyona Medya Haberê re nirxand..

Bayik nirxandina xwe bi bîranîna şehîdên berxwedana Efrînê destpêkir û wiha got:

Berxwedana serdemê ya destanî mohra xwe li sala 2018’an da. Şerekî mezin bû. Ev êrişa hovane bi destek û êrêkirina hêzên kapîtalîst pêk hat.

Li gel dijwariya êrişê jî, Efrîn liber xwe da. Gelê Kurd wê ti carî lehengiya li Efrînê ji bîr neke. Ji ber wê armanca sereke a tevgera Kurd di sala 2019’an de wê azadkirina Efrînê be.

Têkildarî helwesta xemsar a li hemberî dagirkirina Efrînê jî, Bayîk wiha got:

Kêmasiyên hêzên azadiyê yên li wir hebûn. Dijmin ji wan şaşîtiyan sûd wergirt û Efrîn dagir kir.

Şaşîtiya mezin ew bû ku piştî azadkirina Reqayê diviya stratejiya xwe biguherandana.

Piştî rizgarkirina Reqayê Emerîka tifaqa xwe ya bi Tirkiyê re geş kir. Wateya wê çi bû? Bi desteka Emerîka û Rûsya, Tirkiye destûra êrişa li dijî Efrînê wergirt.

Şaşîtiyeke din a mezin jî ev e;

Çawa ku li dijî DAÎŞ’ê tenê bi hêza leşkerî şer hat kirin, li Efrînê jî xwestin heman tiştî bikin. Eger gel û şervan bi hev re şer bikrana ew berxwedana lehengiyê wê biserketana.

Ji xwe armaca sereke a dewleta Tirk valakirina Efrîn û gundewarên wê bû. Dixwest ku tenê hêzên leşkerî bimînin, bi teknîkê li wan hêzan bixin û wan tine bikin. Rêveberiya wir jî, bêyî ku hay ji vê hebin, ji bo ku ziyan negihe gel, li dijî top, tang û balafirên gund û bajar vala kir.

Hevserkê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik têkildarî rewşa li Sûrî a piştî rizgarkirina Reqayê jî wiha nirxand:

Piştî Reqa azad bû, hin hêz di wê baweriyê de bûn ku şer li Sûrî êdî diqede û wê pêvajoya siyasî destpê bike. Lê di nava demeke kurt de eşkere bû ku ev bendewarî çiqas şaş e. Ji xwe li Efrînê bi zelalî xuya kir ku neqediyaye. Hêzên ku ketina nava bendewariyên wiha de, dest ji amadekariyên xwe ên parastinê berdan.

Têkildarî rola Emerîka a di dagirkirina Efrînê de jî Bayik wiha got:

Ketina Tirkiyê ya nav Efrînê tê maneya ku NATO ketiye Efrînê. Ji bo vê jî guherîna tifaqan a piştî Reqayê di şerê Efrînê de xwe bi zelalî diyar kir. Lazime hêzên li Rojava ji Efrînê encamên baş derxîstanin.

Leave a Reply

Back to top button