Şêniyên Kobanê şehîdên komkujiya 25’ê Hezîranê bi bîr anîn

Şêniyên Kobanê şehîdên komkujiya 25’ê Hezîranê bi bîr anîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê bi koordîneya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajarê Kobanê merasîma bîranîna şehdên Komkujiya 25`ê Hezîranê ya Kobanê li Goristana Şehîdên komkujiyê bibîr anîn.

Merasîm bi deqeyek rêzgritin destpê kir.

Paşê endama Komîteya Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk a kantona Kobanê Ayşe Efendî axivî û got: “Em rojên şad û şîn dijîn. Şadiya me bi serkeftinan û şîna me komkujiyên ku rastî gelê Kurd ji hêla dijminên ku serkeftinên kurdan qebûl nakin tên.”

Ayşe wiha domand: “Dewleta Tirk ji komkujiyên domdar ên li dijî kurdan armanc dike hebûna me qir bike. Tirkiyê dizane ku em rastî komkujiyan ji hêla çeteyên alîgirên wê ve hatine. Dîsa jî di heman dîrokê komkujiyek li dijî sê têkoşerên jin li Helincê pêk anî.”

Di dawiyê de Ayşe soz da ku ew ê têkoşînê li ser şopa şehîdan temam bikin.

Piştre şêniyan mûm li ser gorên şehîdên komkujiyê vêxistin.

Back to top button