Şêniyên Kerkûkê: Bêhelwestiya partiyan, dibe sedema domandina dagirkerî û êrîşan

Li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê, şêniyên Başûrê Kurdistanê jî ji destpêkê ve xwedî helwest in.

Şêniyên Kerkûkê diyar kirin ku êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê dagirkirina tevahî xaka Kurdistanê ye û anîn ziman ” Sedema berdewamkirina êrîşan û dagirkeriyê lawaziya partiyên Kurd in. ” Lewma, şêniyan ji aliyên Kurd li dijî êrîşan daxwaza hevgirtinê kirin.

Li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê, li her bajar û herêmên Başûrê Kurdistanê nerazîbûn û bertek zêde dibin.

Şêniyên Kerkûkê li dijî van êrîşên nerazîbûn nîşan da.

Mamosta Kazim Elî anî ziman ku armanca van êrîş û bombebaranan ew e ku ji aliyê Erdogan ve xîlafeta Osmaniyan were zindîkirin û armancek din jî ew e Herêma Kurdistanê tevlî nexşeya Tirkiyeyê bikin.”

Çalakvana Sivîl Nesrîn Ehmed jî tekez kir ku armanca dewlet aTirk ne tenê PKK ye û diyar kir ku lawaziya hizbên Kurd û bi taybet lawaziya YNK û PDK’ê yek ji sedema zêde ya van êrîş û bombebaranan e.

Çalakvan Nesrîn di dawiyê de ev bang kir, “Pêwîst e tevahî siyasetmedar û rêveberên Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê kom bibin, Kongreya Aştî û Nîştimanî li dar bixin.”

Çalakvan Hîwa Hesen jî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ji zû ve serweriya xaka Iraqê û qanûnên navneteweyî binpê dike û hêvî kir ku Neteweyên Yekbûyî ji bo sekinandina van êrîşan bikevin nav hewldanan.”

Back to top button