Li Hindistanê ji ber birûsk 107 kesan jiyana xwe ji dest da

Di demsala Mûsonê ya li Hindistanê de, tenê duh ji ber birûskê, herî kêm 107 kesî jiyana xwe ji dest da.

Li Hindistanê ku di navbera mehên Hezîran û Îlonê de barana Mûsonê dibare, jimara qurbanên ji ber vê kareseta xwezayî zêde dibe.

Hate ragihandin ku li du eyaletên cuda duh tenê, ji ber birûskê herî kêm 107 kesî jiyana xwe ji dest da.

83 kes li eyaleta Biharayê û 24 kes jî li eyaleta Ûttar Pradeshê.

Ji ber barana zêde li eyaleta Biharê, rewşa lezgîn hate ragihandin.

Li Hindistanê, ji ber barana zêde ya mehên havînê, her sal bi hezaran kes jiyana xwe ji dest didin.

Li gorî daneyên fermî, tenê di sala 2018’an de ji ber birûskê 2 hezar û 300 kesî jiyana xwe ji dest da.

Back to top button