Lîna Berekat: Sûcên Tirkiyê li dijî jinan hêrsa wê li hemberî şoreşa jinê ye

Koordînatora Giştî ya Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat destnîşan kir ku Tirkiyê di êrîşên xwe de jinan dike aramanc ji bo ku vîna wan bişikîne.

Lîna Berekat anî ziman ku sûcên Tirkiyê li dijî jinan, hêrsa wê li hemberî şoreşa jinan e, da ku destkeftiyên bi dest xistine, têk bibe.

Lîna diyar kir ku Tirkiye bi êrîşên xwe dixwaze nameyekê bide tevahiya jinên ku li hember zulmê serî hildane her wiha dixwaze jin timî lewaz û kole bimînin.

Lîna da zanîn, dema jin radibe, civak bi tevahî radibe. Ev jî bi awayekî erênî bandorê li çareserkirina aloziya Sûriyê dike û got,
“Lewra Tirkiye naxwaze alozî çareser bibe, ji ber ku çendîn alozî dirêj bibe, ew dikeve berjewendiya wê.”

Back to top button