Şaredariya herêma Efrînê projeya peydakirina kehrebeyê li Şehbayê didomîne

Şaredariya herêma Efrînê hewl dide projeya kehrebeyê berdewam bike. Piştî çalakkirina 2 jeneratoran, şaredariyê xetên kehrebeyê li Şehbayê dirêj kirin.

Şaredariyê 72 jenerator xebitandin, ku bi temamî 23 hezar amper in û bê pere kehrebeyê didin şêniyan.

Şaredarî niha jî, kehrebeyê bi jeneratorên mezin dide şêniyên bajarokê Kefer Naya.

Endamê rêveber ê Komîteya Kehrebeyê Mehmûd Reşîd axivî û got:

“Bi derfetên kêm, em ê kehrebeyê ji tevahiya kantonê re peyda bikin. Em ê kehrebê bidin bajarokê Dêrcimêlê jî.”

Back to top button