Yekîtiya Ewropayê banga rawestandina lêgerînê li Tirkiyê kir

Wezîrê derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell ragihand ku kirinên lêgerînê yên dewleta Tirk li beramberî beravên Girava Qibrisê, divê rawestin.

Piştî hevdîtina wî bi wezîrê derve yê Qibrisê Nikos Christodoulides re, Borrell li ser hesabê xwe yê twîtterê ev tişt nivîsî:

“Operasyonên Tirkiyê yên lêgerina li gazê yên ne rewa, divê rawestin..”

Di serdana wî ya li Qibrisê de, Borrell her wiha anî ziman ku “wan xurtkirina aramiya herêmî û sarkirina tengijînan jî nîqaş kirine”.

Wezîrê Ewropî got:

Qibrisê peşinyar kiriye ku divê deverên aborî yên Qibrisê ku Tirkiye wan binpê dike, di çarçoveya rêzgirtina qanûnên navnetewî de bên destnîşakirin.

Qibris: Kirinên Tirkiyê beşekî planeke tirsnak in

Christodoulides jî anî ziman ku Enqere kêmî salekê, 6 caran lêgerîn kiriye û serweriya Qibrisê binpê kiriye û got:

“Kirinên ku Tirkiyê li van herêman dike, divê neyên paşguhkirin, ji ber ev beşekî planeke tirsnak in..”

Back to top button