Îran li nêzî baregeheke leşkerî ya li Rojhilatê Tehranê teqînek çêbû

Dezgehên ragihandinê yên xwecihî li Îranê ragihand ku teqîneke bi hêz li rojhilatê Tehranê, li nêzî baregeheke leşkerî, pêk hat.

Li gorî hin çalakvanên Îranî, teqîn li devera Serxet Hesar li nêzî Bareşînê, ku baregeheke leşkerî û kargehên pîşezaziyên parastinê vedihewîne, pêk hat.

Televizyona fermî ya Îranê di vê derbarê de diyar kir ku desthilatên welêt ji bo vê teqînê lêpirsîn daye destpêkirin û li gorî lêkonînên destpêkê, teqîn di hawizeke gazê ya girêdayî wezareta parastinê de, pêk hatiye.

Berdevkê Wezareta Parastinê Dawûd Ebdî da zanîn ku teqîn li avahiyeke embarkirina gazê, li nêzî baregeheke leşkerî pêk hatiye.

Ebdî da zanîn ku agir hate vemirandin û ti ziyan çênebûne, lê ti agahî derbarê sedema teqînê de negot.

Back to top button