PDK’ê ji bo parastina baregehên Tirkiyê, hêzeke mezin şand Şêladizê

Dewleta tirk a dagirker, bi sewqiyat û êrîşên xwe rojane xaka başûrê kurdistanê dagir dike.

Lê ji vê jî xetertir, bêdengiyek heye.

Her çiqasî daxuyanî û peyam tên dayîn jî lê dewleta tirk êrîşên xwe didomîne.

Tevî ku artêşa dagirker rojane êrîş dibe ser herêmên sivîlan û dikuje lê parastina baregehên leşkerên Tirk ji aliyê PDK’ê de, hêrsa civakê mezintir dike.

PDK’ê, hêzeke din ji bo parastina baregehên leşkerî û sîxûrî yên dewleta Tirk şand Şêladiz û Bamernê.

 

Dewleta tirk a dagirker ku xaka başûrê kurdistanê rojane dagir dike, baregeh û hêzên xwe li herêmê zêde dike.

Tevî zêdeyî 20 baregehên dagirkeriyê li ser xaka başûrê kurdistanê hene, 16 navendên MIT’a Tirk jî hatine avakirin.

Piştî dewleta tirk bi erêkirina PDK’ê hêza xwe li herêmê bicih kir, vê carê jî dest bi êrîşên dagirkeriyê kir.

Ji 15’ê Hezîranê ve li ser xaka başûrê kurdistanê dewleta tirk dest bi êrîşeke dagirkeriyê kiriye.

tenê di nava van deh rojan de, bi dehan kesên sivîl şehîd û birîndar bûne.

Bûyera herî dawî jî li Kunemasî ya herêma Şarbajêr a Silêmaniyê bû.

Piştî şehîdkirina sivîlan PDK ji wê yekê tirsiya ku gel êrîşî baregehan bike, vê carê dest bi parêzvaniya dagirkeriyê kir.

Bi bayê bezê şevê din PDK’ê, hêzeke zêde ji bo parastina baregehên leşkerî û sîxûrî yên dewleta Tirk a dagirker şand Şêladiz û Bamernê.

Weke di dîmenan de jî tê dîtin, hêzên girêdayî PDK’ê tên xuyakirin.

Xelkê Şêladizê diyar kir ku PDK vê hêzê, ji bo parastina baregeh û leşkerên Tirk ên ku rojane komkujiyan pêktînin, şandiye.

Li şûna ku PDK dewleta Tirk a dagirker ji herêmê derxîne, piştgiriyê dike û hêzê jê re dişîne, da ku dagirkeriya xwe berfirehtir bike.

https://youtu.be/prVOqY2ZEW0

Back to top button