Ji ber ku zarokên wê çênabe di odeyekê de tê zincirkirin

Malperên Sûrî ragihand ku li Şamê jineke 40 salî ku ev 5 salin ji aliyê xizmên xwe ve hatibû girtin hate dîtin, ev bûyer bû sedema nerazîbûnên mezin ji aliyê raya giştî ve.

Li gorî Wezareta Navxwe ya Sûriyê, piştî agahî ji polîsên rêjîma Sûriyê hatin ku jineke li odeyekê jora xaniyekê li taxa Berzê ya bajarê Şamê girtiye, polîsan berê xwe dan cihê bûyerê.

Bi lêgerîna Polîsan jineke 40 salî ku ev 5 salin ji aliyê xizmên xwe ve li wê odeyê hatiye girtin û deriyê odeyê bi zincîrên hÊsin kilît kiribûn, hate dîtin.

Piştî lêpirsînê hate diyar kirin ku ev jin xwendekara pola perwerde û mamosteye û ji ber ku zarokên wê çênabe 2 caran zewiciye û hatiye berdan.

Dema ku ev jin vedigere cem malbate xwe, xizm û malbata wê lê didin û ew di odeyekê de hebis dikin û nahêlin ku kes wê bibînin.

Bavê jinê jî dibêje ku ew bi hevkariya xizimên xwe keça xwe di odeyê de yê de girtiye û nahêlin derkev derve.

Polîsan bav û kesên ku destê wan di vê bûyerê de heye, girtin e.

Back to top button