Efrîn..Çeteyan şêniyên gundê Kaxrê ji gund drexistin û xistin kampan

Dewleta tirk û çeteyên wê ji bo guhartina demgrafiya Efrînê kiryarên dermirovî li dijî sivîlan pêk tînin. Çeteyan şêniyên gundê Kaxrê yê Mabeta bi darê zorê ji gund derxistin û li kampan bi cih kirin.

Her weha kesekî ku xwe ji hovîtiya çeteyan xilas kir, eşkere kir ku rêjeyeke mezin ji şêniyan di bin sînorê xizantiyê de ne.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo plana guhertina demografiya herêmê pêk bînin, roj bi roj sûcên xwe yên hovane li dijî şêniyên resen yên Efrînê didomînin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku Li navçeya Mabeta çeteyan şêniyên gundê Kaxrê bi darê zorê ji gund derxistin û ew di kampên li aliyê bakur ê gund de bi cih kirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî jî, dewleta Tirk 5 komên çete û malbatên wan li gund bi cih kirin.

“Efrîn bûye çavkaniya belavbûna terorê û jiyan lê gelekî xirab e”

Ji aliyê din ve hin kesên ku dibin şahidên kiryarên dermirovî xwe ji hovîtiya çeteyên dagirker xilas dikin.

Ji wan şêniyê bi navê S.B yê ku ji ber tirsa li ser jiyana xizmên xwe yên ku li Efrînê mane, nexwest navê xwe eşkere bike.

S.B. 6 caran dikeve zindana çeteyan û gelek şêwazên hovane yê êşkenceyê lê tê kirin.

S.B. destnîşan kir ku ger wî qebûl bikira wek ajan ji bo wan kar bike dê tevahiya tawanên li ser wî rakiribana.

Girêdayî rewşa jiyanê li Efrînê, S.B. anî ziman ku rêjeyeke mezin ji şêniyan di bin xeta xizantiyê de ne, ji ber ku çeteyan her tiştê wan talan kir.

Back to top button