Çeteyên dewleta Tirk a dagirker careke din rojhilatê gundewarên Babê gulebaran kir û agir bi zeviyên çandiniyê ket.
Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku agir di encama gulebarana bêserûber a çeteyên dewleta Tirkiyê de rû da.
Agirê ku bi zeviyên gundê Sikeriyê û Krêdiyê yên girêdayê bajarê Babê ket metirsî li ser rewşa şêniyên li herêmê çêkir.
Ji ber ku agir nedihat kontirolkirin, gihaşt gundê Til Torîn ê li li ser rêya M4 a rojavayî Minbicê.