CEMÎL BAYÎK: HÊZA LI GEL KURDAN TIFAQÊ NEKE WÊ LI ROJHILATA NAVÎN TÊK BIÇE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik rewşa Sûrî, rola Îranê ya li herêmê û biryara vekişîna hêzên Emerîkayê ji Sûrî nirxand

Bayik diyar kir ku hêzên li gel Kurdan tifaqê nekin, şensê wan ên serkeftinên li Rojhilata Navîn tine ye.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, têkildarî rewşa Sûrî û vekişîna hêzên Emerîkayê ji Televizyona Medya Haberê re nirxand..

Bayîk diyar kir ku yekane rêya çareseriya aloziya li Sûrî demokratîkbûyînê û wiha got:

Pirsgirêk ne man an jî nemana Esad e. Pirsgirêk avakirina Sûriyeke demokratîk e. Êdî ne mumkine ku Sûrî weke berê bimîne.

Eger destûreke bingehîn a mafê hemû gel û çandên li welat biparêze neyê amadekirin, wê demê zehmet e ku yekparebûna Sûrî bê parastin.

ÎRAN WÊ RÊ NEDE DEWLETA TIRK HIN DEVERÊN SÛRÎ BIDEST BIXE

Têkildarî gefên êrişê yên dewleta Tirk jî Bayîk ev nirxandin kir:

Tirkiyê niha plan dike ku Sûrî ni temamî li gorî dilê xwe parçe bike. Rûsya Îran û rêveberiya Şamê jî ji vê yekê haydarin.

Wek tê zanîn yek ji aktorên girîng ên li herêmê Îran e. Di navbera Îran û Tirkiyê de gelek pirsgirêkên dîrokî rû dan.

Her du hêz jî li Rojhilata Navîn li pey hegemonyayê ne. Heta niha di vê mijarê de Îran serketî xuya dike. Lewma Tirkiyê bi rêya NATO û Emerîka dixwaze Îranê qels bike. Dîsa Tirkiyê plan dike ku piştî vekişîna Emerîkayê, alîgirên xwe ên Îxwan û El Qaîdê li herêmê bicih bike.

Îran a vê rastiyê baş dibîne, ne bawerim ku bihêle Tirkiyê hin deverê Sûrî bidest bixe.

Bayik bi bîr xist ku dijminahiya Îranê li dijî gelê Kurd ne kêmî ya dewleta Tirk e û wiha dewam kir:

Îran ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd ti gavan navêje. Tevî vê yekê jî baş dizane ku beyî çareserkirina pirsa Kurd wê ti şensê wê yê serkeftinê jî nemîne.

Îran baş dibîne ku hêza herî çalak li Rojhilata Navîn a Kurdan e. Dizane ku Kurd di mijara azadiyê de bi biryar in. Ji vê yekê eşekere dibe ku hêza li gel Kurdan tifaqê neke, wê li Rojhilata Navîn bisernekeve. Lê bê goman ev tifaqî we berê ku xwe dispartin siyasetên xapandinê nabe.

PIŞTÎ BIRYARA TRUMP ÎMAJA EMERÎKA XERBA BÛ

Têkildarî biryara vekişîna Emerîkayê ji Sûrî jî Bayik ev nirxandin kir:

Ya rast, biryara Emerîkayê ji aliyê gelek hêzan ve bi neyînî hate pêşwazîkirin. Vê yekê bandor li siyaseta navxweyî ya Emerîkayê jî kir. Gotina “divê hevalbend ji hev bawer bin” ji bo siyaseta Emerîkayê derbeke giran bû. Emerîka bi tifaqa li gel Kurdan îmaja xwe baş kiribû, lê bi birara vekişînê re ev îmaj dîsa xerab kir.

Trump ji bo vê yekê sererast bike, ji nişkê ve çû serdana Iraqê.

Leave a Reply

Back to top button