Xelkên Silêmaniyê li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk daketin qadan

Xelkên Silêmanî li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk daketin qadan û peyamên berxwedanê dan.

Bi pêşengtiya Tevgera Azadî û saziyên civaka sivîl, xelkên Silêmanî li ser Rêya Seholekê kom bûn û êrîşên dewela Tirk ên duh ku sivîl kiribûn armanc, şermezar kirin.

Li ser navê Komîteya Çalakiyê Ebdulwehab Ehmed axivî.

Ebdulwehab Ehmed dewleta Tirk û hevkarên wê şermezar kirin û bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên bê navber li ser Başûrê Kurdistanê.

Ehmed bang li hemû hêzên Kurd, aliyên siyasî û saziyên civaka sivîl kir ku, eger nebin yek wê rewşa wan ji ya niha xirabtir bibe û got:

Gelê me wê li dijî dagirkeriya Tirkiyê jî li ber xwe bide û biserkeve.

Back to top button