KNK ROJAVA JI BO XURTKIRINA TÊKILIYA PARTIYÊN KURDÎ KOMÎTYEK AVA KIR

Li hemberî gefên dewleta Tirk a dagirker li ser Rojava û Bakurê Sûrî, partiyên siyasî li hev kom bûn.

Nûnertiya KNK a Rojava, ji bo rêxistin û partiyên siyasî yên Kurd nêzî hev bike, komîteyek ava kir.

Nûnertiya KNK’ê ya Rojava, ji bo rê û rêbazên pêkhatina yekîtiya neteweyî nîqaş bike û helwesteke hevpar li dijî gefên li ser Rojava û Bakurê Sûrî binirxîne, civînek li Qamişlo li dar xist..

Di civînê de hate ragihandin ku divê yekîtiya neteweyî ya Kurdan tavilê pêk were û ji bo parstina destketiyên Kurdan helwest werin nîşandan.

Her wiha ji bo xurtkirina têkiliya di navbera partiyên siyasî de jî komîteyek hate avakirin.

Ji Rûspiyên Dêrikê Sînan Ehmed, Serokê Yekîtiya Nivîskarên Sûriyê Dilawer Zengî, endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Ebdulkerîm Umer, Derya Remadan û ji Zanîngeha Rojava Silêman Ilyas cihê xwe di nava komîteyê de girtin.

Tê payin ku komîte li ser karên xwe îro daxuyaniyekê bide.

Têkildarî Mijarê endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Rojava Ebdulkerîm Omer agahî dan.

Leave a Reply

Back to top button