Leyla Guven: KCD Kongreya Gel e, hûn nikarin dilê gel mohr bikin

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven binçavkirin û mohirkirina deriya avahiya Kongreya Civaka Demokratîk-KCD’ê şermezarkir.
Leyla Guven diyar kir ku binçavkirin û operasyona li dijî sazî û dezgehan pêk hatiye berdewamiya “Plana Têkbirinê” ye û got: “KCD kongreya gel e. Wê di nava gel de xebatên me bidomine.”

Li Amedê têkildarî operasyona li dijî KCD’ê û binçavkirina 44 kesan li avahiya Navenda Giştî ya DBP’ê ya li Amedê civîna çapemeniyê hat lidarxistin.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di civînê de axivî û destnîşan kir ku serdegirtina KCD’ê, weşanxaneya J&J’yê û binçavkirina Rojnamevan, siyasetmedar û aktîvîstan berdewama “Plana Têkbirinê” ya di cotmeha 2014’an de biryara wê hat dayîn.

Leyla Guven wiha got:

“Pirsgirêk ne KCD û HDP ye. Pirsgirêk statûya kurdan û hebûna kurdan e.
Em carek din dibêjin; KCD ji sala 2007’an vir ve hemû xebatên xwe zelalî û eşkere birêve dibe. Tiştek me û xebatek me veşartî nîne.
Bi eşkereyî ji me re dibêjin ‘hûn kurd in, em li dijî we têdikoşin.
Em carek din dibêjin; çi dibe bila bibe em ê serî netewînin. Hûn nikarin bi van polîtîkayan encamê bigirin.
Bila vê yekê baş bizanibin; kurd wê çong û serê xwe netewînin.
KCD kongreya gel e. Wê nikaribin dilê gel mohr bikin.
Em ê xebatên xwe berdewam bikin. KCD wê xebatên xwe di nava xelkê xwe de birêve bibe.”

Duh di çarçoveya lêpirsîna derbarê KCD’ê de, li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya Tirk biryara binçavkirina 64 kesan hate dayîn û heta niha hevşaredar rojnamevan û gelek siyasetmedar jî di nav de 44 kes hatine binçavkirin.

Back to top button