Li Çiyayê Xanoke di êrîşa balafirên hevpeymanê de 8 çete hatin kuştin

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqî ragihand ku hêzeke Pergala Têkbirina Terorê, baregehên çeteyên DAIŞ ên li Çiyayê Xanoke operasyon kirin û venêrandin.

Şaneyê diyar ku balafirên Hevpeymanê jî li heman cihî dan.

Di encama lêdanê de, 8 çete hatin kuştin û nêzî 14 cihên çeteyan hatin rûxandin.

Li Beqûbayê polîsek di êrîşa çeteyan de hat kuştin

Li aliyê din, çeteyan bi kelêş û karnasan êrîşî baregeheke ewlehiyê li gundê Ebû Xenazîr ê navçeya Ebî Seyda yê Beqûbayê kirin.

Di encamê de polîsek hat kuştin. Çeteyên ku êrîş pêk anîn reviyan.

Di çarçoveya têkbirina DAIŞ’ê de, hêzeke Heşd El-Şebî ya parêzgeha Diyalayê, operasyoneke venêrandinê li derdora Xaneqînê daye destpêkirin.

Back to top button