YPG: Em lêborîna xwe ji malbatên şehîdan û gelê Amûdê radighînin

Fermandariya Giştî ya YPG’ê destnîşan kir ku bûyera 27-28 Hizîrana 2013’an li Amûdê qewimî facîa bû, divê di dîroka gelê Kurd û Rojava de ev buyer dubare nebe.

YPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Em wekî Fermandariya Giştî ya YPG’ê xwe berpirsyarê vê bûyera xemgîn dibînin û şaştiya xwe ya ku di encama rûbirûhatinekê di navbera yekîneyeke me ya, di dema ku ji eniyên şer vedigeriyan û komek xwepêşanderên li pêşiya navenda Asayîşê kom bûbûn, daxwaza serbestberdana ciwanên çalakvan dikirin û di encamê de kesên bê guneh jiyana xwe ji dest dan itîraf dikin.”

Fermandariya YPG’ê xemgîniya xwe anî ziman û lêborîna xwe ji malbatên şehîdan ên Amûdê xwest.

YPG’ê destanîşan kir ku ew amade ne tezmîneta madî û menewî û bidin malbatên şehîdên Amûdê.

Fermandariya YPG’ê di dawiyê de wiha got:

“Ji bo pêkanîna lihevhatinê û bi destxistina aşitî, aramî û ewlehiyê di dilê gelê me de, em amade ne her tişta pêwîst bikin.”

Back to top button