Polîsên Tirk avêtin ser avahiya KCD’ê û gelek kes binçav kirin

Operasyonên qirkirina siyasî ji aliyê hikumeta faşîst AKP’ê ve, her diçe zêde dibin. Li ser fermana Serdozgeriya komarê ya Tirk, polîsan avêtin ser avahiya KCD’ê ya Amedê û gelek kes binçavkirin, di nava wan de siyasetmedar, rojnemevan û endamên TJA’ê jî hatin girtin, bi van Operasyonên qirkirinê dixwazin vîna gelê kurd bişkînin û wan teslîm bikin, lê bi têkoşîna ji bo bi destxistian mafê Kurdan her ev Operasyon bê encam dimînin.

Dewleta Tirk a faşîst, ji bo şikandina vîna gel di her aliyan de oparasyonên qirkiirnê pêk tîne.

Nexasim ev oparasyon, gelê kurd, siyasetmedarên wê û têkoşîna jinan armanc digire.

Beriya vê, polîsan gelek navendên jinan girtin û xebatkarên wê binçavkirin.

Herî dawî, li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya Tirk, polîsan avêtin ser avahiya KCD’ê, deriyê navendê şikandibûn, kelûpelên wê desteserkiribûn û piştre jî mohrkirin.

Beriya wê, 64 kesan jê 42 hevşaredar hatine binçavkirin.

Di nava wan de, ji rêveberên Komeleya Jinan a Rosa, Rojda Bariş, Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak ku ji cihê kar hatiye girtin, 3 rayedarên din û gelek kes hatin binçavkirin.

Îro jî Rojnamevan Ayşe Kara û Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Rojbîn Çetîn, hatin binçavkirin.

Hevşaredara Awîskê ya Êlihê û 6 kes hatin binçavkirin

Di vê hefteyê de, li Êlihê jî Hevşaredara Bajarokê Awîskê Hatîce Taş jî di nav de, 7 kes hatin binçavkirin.

Li navenda Êlihê polîs û tîmên taybet bi ser mala Hatîce ku qeyûm li şûna wê hatibû bicihkirin, girtin.

Tîmên taybet deriyê malê şikand, Piştî lêgerînê, Hevşaredar Taş binçav kirin.

Li Sîlîvriyê çalakiya birçîbûnê ya 300 girtiyan didome

Li Girtîgeha Sîlîvriyê çalakiya 300 girtiyên a li dijî binpêkirinan û Operasyonên qirkirinên siyasî didome.

Girtiyan diyar kirine ku, ger daxwazên wan bi cih neyên, Operasyonên qirkirinê ya li dijî siyasetmedar û rojnemevanên kurd neyê rawestandin wê çalakiyên wan dewam bikin.

Dijminahiya dewleta Tirk a li Kurdan, bû rojeva parlamena Swêdê

Parlamentera Demokratên Swêdê Sara Gîlle jî, bi 2 pêşnûmepirsên nivîskî operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk li dijî Kurdan, xiste rojeva parlamenê.

Sara di pêşnûmepirsa xwe ya destpêkê de ev pirsa ji Wezîra Karên Derve pirsî: “Ji bo bidawîkirina êrişên dewleta Tirk li ser gelê Kurd hikumet çi dike û difikire bi çi rengî alîkariya Kurdan bike?”

Li dijî tevahî êrîşan, qêrîna gelê kurd bi hêztir dibe, ev yek jî tevahî operesyon û êrîşên li dijî wan pûç dike.

Û vîna gelê azadîxaz mezintir dike.

Back to top button