Eylem Ataş cenazeyê wê piştî 101 roj gihaşt malbatê

Şervana BOG’ê Eylem Ataş ya di pêngava rizgarkirina Minbicê de şehîd bibû, cenazeyê wê piştî 101 rojî nû gihaşt malbatê.
4 sal di ser bûyerê re derbas bû.
Eylem şoreşgera enternasynalîst mîrateya têkoşîneke mezin li pey xwe hişt.

Eylem Ataş şoreşgera enternasyonalîst ji navçeya Aladag a Edenê bû.

Di salên lîseyê de tevlî Dev-Lîs bû.

Piştî li gelek bajaran xebat da meşandin, tevlî şoreşa Rojava bû.

2014’an li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî DAIŞ’ê têkoşîn da meşandin.

Eylem a 23 salî li ser banga bilindkirina eniya şer a şoreşger tevlî berxwedanê bû.

Eylem Ataş a ku bi navê tevgerî Heval Cemer tê naskirin, mijdara 2015’an tevlî Hêzên Azadiya Yekbûyî (BOG) bû.

Piştî dewreya perwerdeyê di Sibata 2016’an de bi dawî kir, tevlî çalakiya Tişrîn bû û encamê serkeftî bi dest xist.

Bi Tabûra Azadiya Enternashonalîst re li qasa Silûk peywir girt.

Eylem tevlî pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê bû û Hezîrana 2016’an li heman bajarî şehîd bû.

Piştî gelek hewldanan Cenazeyê wê 101 roj şûnde dan malbatê.

Jinan li taxa Şakîrpaşa cenazeyê Eylem pêşwazî kirin û li goristana Kuçuk Oba defin kirin.

Birayê Eylem Huseyîn Ataş diyar kir ku wê di nameyeke xwe de qala zarokan kiriye ji ber pir ji wan hez dikir, ji bo wan gotiye:

Ez ji bo zarokan diçim Rojava, bi hezkirina xwe dikaribû hemû cîhanê hembêz bike.

Huseyîn anî ziman ku ew 101 roj in li Tirkiyê di nava tevgerê de ne da ku cenazeyê wê standin.

”Eylem mîrateya têkoşîneke mezin li pey xwe hişt”

Îşkenca li hember mirî kevneşopiyek dewletê ye, rêbazek herî qirêj û xerab ya dijmin e.

Li ku bindestek hebûya Eylem li wir bû û divê em jî pêşerojeke li gorî mîrateya wan ji me re hiştiye ava bikin.

Her wiha hevala wê Yeşîm Tukel got:

Bi awayekî dij mirovî îşkencê li bende miriyan dikin, ev li dijî têkoşîna hevalên me eciyeteke mezin e.

Em ê vê rûyê qirêj yê dewletê teşhîr bikin.

Back to top button