Ji bo xurtkirina jinan, rewşenbîran projeyên nû destpêkirine

Endamên Yekitiya Rewşenbîran a kantona Efrînê, ji bo xurtkirin û bihêzkirina jinên ji Efrînê, karê xwe dewam dikin.
Hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a kantona ‎Efrînê Avesta Îbrahîm ragihand ku wê bi hevkariya Kongra Star, rûniştinên nîqaşan bi jinan re pêk bînin.
Avesta Ibrahîm got: Li aliyê din jî jinên rewşenbîr Projeyên nû mîna helbest, amadekirina çîrokan bi ‎zimanê kurdî û nivîsandina pirtûkan destpêkirine.

Endamên Yekitiya Rewşenbîran a Efrînê, li Şehbayê tevî rewşa koçberiyê xebata xwe dewam dike.

Endamên yekitiyê destpêkê di bin konekê de xebitîn, piştre xebata xwe berfireh kirin û ew kon veguherandin pirtûkxaneyekê.

Niha di pirtûkxaneyê de 3 hezar pirtûk hene. ‎

Zêdetirî 10 endam di yekitiya rewşenbîran de kar dikin.

Ji wan pispor, derûnînasên civakî, ‎mafnas, pisporên fakulteya perwerdeyê û xwendekarên zanîngehan ne.‎

Armanca navendê ku semînerên civakî, tenduristî û çandî der barê rêxistinkirina malbatê, şêwazê ‎dan û‏ ‏standina bi zarokan re heta temên 15 salî‏ ‏‎de bidin.

Endamên jin jî Projeyên nû mîna helbest, amadekirina çîrokan bi ‎zimanê kurdî û nivîsandina pirtûkan destpêkirine.

Têkildarî mijarê, hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a kantona ‎Efrînê Avesta Îbrahîm got, em hewl didin jinûve baweriyê di navbera xwendevan û pirtûkê de vegerînin.

Avesta Ibrahîm diyar kir ku Jin bingeha xebata me ye. Lewra herî zêde diyalog bi jinan re têye kirin.

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a kantona ‎Efrînê Avesta Îbrahîm ragihand ku, bi hevkariya Kongra Star wê her ‎hefteyekê, rûnitşineke nîqaşan bi jinan re pêk bînin. Wê got:

armanc jê guhertin û çareserkirina pirsgirêkên jinan e.

Mijarên wan nîqaşan jî koçberî bandora wê û bihêzbûna jina ye.

Back to top button