”Ger deriyê Til Koçer neyê vekirin wê rê li ber krîzê veke”

Di demekê de ku rêveberiya DYA’yê cezayên Qanûna Qeyser li ser Sûriyê ferz kirine, deriyê sînor ê Til Koçerê yê li ser sînorê Sûriye û Iraqê girtî ye.

Ji ber girtina vî derî bandorek neyînî li ser herêmê bûye û bi taybet di warê dermanan de. Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, eger derî li pêşiya derbasbûna alîkariyên mirovî û tenduristî neyê vekirin wê rê li ber krîzê veke.

Biryara Konseya Ewlekariyê ya NY’yê ya girtina deriyê sînor ê Til Koçer bandoreke neyînî li rewşa mirovî û jiyanî ya herêmê kir.

Di demên dawîn de nîşaneya yekemîn a encamên vê biryarê di warê tenduristî û mekanîzmaya xebatên rêxistinên mirovî de derket holê.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa derbarê mijarê de axivî.

Mistefa diyar kir ku di demên dawî de pirsgirêka kêmbûna dermanan derketiye û sedema wê jî girtina deriyê Til Koçer e.

Dr. Ciwan Mustefa diyar kir ku ger derî li pêşiya derbasbûna alîkariyên mirovî û tenduristî neyê vekirin wê krîz derkeve holê.

Serokê Rêxistina Kurdên Bêsînor Kadar Pîrî jî derbarê mijarê de anî ziman ku girtina derî wê bandoreke neyînî li herêmê bike.

Kadar Pîrî da zanîn girtina derî rê li ber derbasbûna alîkariyê ji bo 5 milyon kesî û zêdeyî milyonek koçber û penaber, digire.

Kadar Pîrî diyar kir ku vekirina derî di destê DYA’yê de ye, ger bixwaze wê veke, pêwîstî bi biryarên navneteweyî nake.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid jî diyar kir ku derbarê rewşa deriyê Til Koçerê de pêşketineke nû tuneye.

Bêrîvan Xalid anî ziman ku wan di hevdîtina dawî ya li gel DYA û Koalîsyona Navnetewî careke din daxwaza vekirina derî kirin lê heta niha ti sozên cidî nedane.

Back to top button