Berxwedana gerîlayan a li dijî dagirkeriyê roj bi roj mezin dibe. Gerîlayan li Çelê ya Colemêrgê li dijî maşineyek dewleta tirk çalakiyek sabotajê pêk anîn û maşîne hat teqandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser çalakiya sabotajê ya gerîlayan a li navçeya Çelê ya Colemêrgê daxuyaniyek weşand û ev agahî parve kir.
“27’ê Hezîranê gerîlayan li ser rêya di navbera Qereqola Girê Sor û Qereqola Deştanê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê de, li dijî wesayîteke bi tîpa Rîo ya artêşa Tirk çalakiyeke ya sabotajê kirin.
Di encamê de, wesayît derbek giran xwar.
Têkildarî kuştî û birîndarên dagirkeriyê ti agahiyên zelal ne hatin bidestxistin.
26’ê Hezîranê artêşa tirk a dagirker bi balafirên şer devera Şeşdara û Koordîne ya Herêma Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir.”
HPG’ê dazanîn ku di vê êrîşê de ti ziyan ne gihiştiye hêzên wan.
Li herêma Heftenînê gerîla derbên xurt li dagirkeriyê didin.