Malbatên şehîdan daxwaza vekirina dozê li dijî Tirkiyê kirin

Beriya salekê balafirên şer ên dewleta Tirk herêma Kortek a Binarê Qendîlê bombebaran kirin û di encamê de 3 kes şehîd bibûn. Îro di salvegera êrîşê de, malbatên şehîdan xwestin ku li dijî dewleta Tirk li dadgehên navnetewî doz were vekirin.

Ji berî salekê ango 27’ê Hezîrana 2019’an de dewleta Tirk bi balafirên şer herêma Kortek a Binarê Qendîlê bombebaran kir.

Di encamê de 3 kes ji heman malbatê şehîd bûn û 5 kes jî birîndar bûn.

Îro di salvegera êrîşê de, li bajaroka Çiwarqurne ya girêdayî Raperînê, şehîdên vê komkujiyê li ser gorên xwe hatin bibîranîn.

Di merasîma bîranînê de li ser navê malbatên şehîdan Mihemed Hesen Elî daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de daxwaz ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê hat kirin ku zextê li Tirkiyê bike ku êrîşên xwe rawestîne û li dadgeha nevnetewî li dijî Tirkiyê doz were vekirin.

Back to top button