“Ger daxwaz neyên bicihanîn wê çalakî mezin bibe”

Gireva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Rihayê di roja 4’an de ye. Xwe-gihandina avê ya girtiyan tê asteng kirin. Girtiyan ragihandin ku eger daxwazên wan neyên bicihanîn wê çalakî mezin bibe.

Girtiyên di çalekiyê de bi rêya malbata xwe binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin.

Yek ji pirsgirêka girtiyan pirsgirêka avê ye.

Kasim Karataş ku 29 sal in girtî ye û li gelek girtîgehên cûda geriyaye, bi rêya keça xwe Gulistan Karataş, daxwazên wan ragihand.

Karataş, diyar kir ku heke daxwazên wan neyên bersivandin wê hemû girtî bikevin greva birçîbûnê.

Karataş, bang li raya giştî kir ku ji bo bersivandina fikarên wan ên xizmên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de berpirsyarî bigirin ser xwe.

Bavê Mehmûd Tûtal ku 4 sal û 10 rojin di girtîgehê de ye Emîn Tûtal jî, da zanîn ku kurê wî jêre gotiye, pirsgirêka herî mezin qutbûna avê ye.

Back to top button