Alîgirên AKP’yê êrîşî xwepêşandana kurdên li Viyanayê kirin

Ev sê rojên li ser hev Kurdên li paytexta Avûstûrya Viyanayê li dijî êrişên dewleta Tirk daketin qadan, alîgirên dewleta Tirk jî êrîşî meşê kirin.

Bi hezaran kurdên li paytexta Avûstûrya Viyanayê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan.

Bi fermana hikumeta AKP’ê meşa aştiyane ji aliyê tundrawan ve hate êrîşkirin.

Dezgehên ragihandinê li ser zimanê Wezîrê Hundir ê Avûstûryayê Karl Niemer ragihand ku Tirkan bi şûşe, kevir û lîstokên agir êrîşa xwepêşandana Kurdan kir.

Di encamê de efserekî polîsan birîndar bû.

Piştî bûyerê tevgera hêzên ewlekariyê zêde bû da ku rê neyê dayîn ku ev bûyer dûbare bibe.

Niemer diyar kir ku 12 bersûcên cezayî û 22 dozên îdarî li dijî hejmarek ji tawanbaran hatine pêkanîn.

Back to top button