Kongra Star: Divê Rûsya li hemberî sûcên Tirkiyê helwesta xwe zelal bike

Kongra Star bi çalakiyekê, xwest Rûsya li hemberî sûcên Tirkiyê helwesta xwe zelal bike, Hêzên Rûs jî hevdîtina bi şandeyê re red kir.

Bi dehan endamên Kongreya Star li dijî bêdengiya Rûsyayê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, çalakî li ber baregeha leşkerî ya Rûsyayê ya li girê Îza’a yê Kobanê li dar xist.

Çalakiyê 4 saetan dewam kir, hêzên Rûs jî qebûl nekir ku bi şandeya Kongra Star re hevdîtinê bikin.

Li ser vê yekê, jinan daxuyaniyek dan û bang li Koalîsyona Navneteweyî û hikumeta Rûsyayê kirin ku li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirekr helwesteke cidî nîşan bidin.

Back to top button